Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo Nadîa Mûrat û Denîs Mukwege hat dayîn

  • cîhan
  • 12:50 5 Cotmeh 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018'an, ji ber xebatên bi armanca astengkirina tecawîzê ya weke çekekê di şerdê tê bikaranîn diyarî  Dr. Jinekologê Kongolu Denîs Mukwege û parêzvana Mafê Mirovan a Êzidiyan Nadîa Mûrad hat kirin.   

 
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018'an, ji ber xebatên bi armanca astengkirina tecawîzê ya weke çekekê di şerdê tê bikaranîn diyarî  Dr. Jinekologê Kongoyî Denîs Mukwege û parêzvana Mafê Mirovan a Êzidiyan jina Kurd  Nadîa Mûrad hat kirin.   
 
Nadiya Mûrad a ku bi zilma çeteyên DAIŞ'ê re rûbirû hat, piştî hat rizgar kirin, dest bi xebatên Mafên Mirovan ên Êzidiyan kiribû. Nadiya beriya vê jî ji bo xelatê namzed hatibû nîşandan lê Komîteya Nobelê xelat dabû kesên din.