Di êrişa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin

  • cîhan
  • 14:09 22 Îlon 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Farbaybê yê Afganistanê di êrîşa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin. 
 
Li bajarê Faryab ê Afganistanê êrişek bombeyî pêk hat. Di êrîşa bombeyî de herî kêm 8 zarok hatin kuştin. Di êrîşê de 6 zarok jî birîndar bûn. Li herêma Şirin Tagab, rayedarên polîsan, diyar kir ku dema teqîn pêk hat, zarokan li tenişta qereqolê dilîstin û teqin pêk hatiye. Hat zanîn ku temenê zarokan di navbera 6-12 salî de ne.