Li Îranê êrîşî merasima eskerî kirin: Herî kêm 24 kes mirin

  • cîhan
  • 10:45 22 Îlon 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê rojava yê Îranê di merasîmeke leşkerî de êrîş pêk hat. Li gorî agahiyan 24 eskerên îranê hatin kuştin û 50 esker jî birîndar bûn. 
 
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li bajarê Ahvazê di dema merasîma leşkerî de êrîşeke çekdarî hatiye kirin. Li gorî nûçeya qenala televîzyonê, çekdaran gule li leşkeran reşandine û ji ber êrîşê gelek leşker mirine û birîndar bûne. Li ser êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin. Dema Serokdewletê Îranê Hasan Ruhani û rayedarên payebilind derbas dibûn êrîş pêk hat. Êrîşe nêzî 10 deqîqeyan berdewam kir. Li gorî agahiyên ewil 24 esker hatin kuştin û 50 esker jî birîndar bûn. Hêj kesên êrîş pek anîn ne diyar e.