Li Tanzanya keştî tevî 400 rêwiyan noqî avê bû

  • cîhan
  • 11:06 21 Îlon 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tanzanya keştiya ku 400 rêwiyên wê hebûn noqî avê bû. Di keştiyê de 42 kesan jiyana xwe ji dest da. Tê diyar kirin ku dibe hêjmara miriyan 200 kesan derbas bike. 
 
Li Gola Vîctoriya ya Tanzanya keştiya ku nêzî 400 rêwiyê wê hebûn noqî avê bû. Hat diyar kirin ku herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest da û tê gotin ku dibe hêjmara miriyan 200 kesan derbas bike. Hat diyar kirin ku keştiya di navbera peravên Ukora û  Bugolara de noqî avê bû, zêdeyî kapasiteya xwe rêwî bar kirine û dengeya wê xera bûye. Hat zanîn ku heta niha 100 kes rizgar kirine. Rewşa 32 kesan giran e.