Rûsya: Sûriyeyê balafira me xist û berpirsê wê Îsraîle

  • cîhan
  • 12:11 18 Îlon 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsyayê derbarê balafira wan a duh winda bû de daxuyanî da û got: “Sûriyeyê balafira me xist. Sedema vê jî Îsraîle.”
 
Berdevkê Wezareta Parastina Rûsya Îgor Konaşenkov, derbarê balafira wan a duh ket xwarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên li Sûriyeyê de pîlotên Îsraîl xwe li pişt balafira Rûsya ya II-20 veşartibû û balafira Rûsya bû hedefa bombebarana pergala hewayî ya S-200 a Sûriyeyê.
 
Berdevê Rûsya Konaşenkov, ev êrîşa Îsraîlê weke ‘provakasyon’ binav kir û wiha got: “Em vê çalakiya provakator a Îsraîlê weke dijminane dinirxînin. Ji ber êrîşa di berpirsiyariya Îsraîlê de 15 leşkerên Rûsya jiyana xwe ji dest dan. Ev bi tu awayî bi ruhê hevkariya Îsraîl û Rûsyayê ve negirêdayî ye.”
 
Li gorî Konaşenkov 17’ê Îlonê saet 22:00’an 4 balafirên F-16 ên Îsraîlê li ser Behra Spî re nizim firîn e û li nêzî Lazkiyeyê hedefên Sûriyeyê bombe kirine. Li gorî Wezareta Parastinê êrîş li nêzî Firkateyên Aûvergne a Fransî û dema balafira Rûs a II-20 ji bo daketinê xwe amade dikir pêk hatiye. Îsraîl ragihand ku beriya operasyonê bi deqeyekê bi xeta sor li Rûsyayê geriyane û ew agahdar kirine. Li gorî Rûsyayê di demeke kin de veguhestina balafira II-20 a ji bo cihê bi ewle ne mikûn bû.
 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, destnîşan kir ku piştî çalakiyê Îsraîl a ‘dijminane’ yên li Sûriyeyê mafê wan ê bi awayekî asayî heye ku bersiv bidin.