Erdogan dê li Soçî bi Putîn re rûnê

  • cîhan
  • 20:16 16 Îlon 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmir Putin dê sibê roja duşemê li bajarê Soçî yê Rûsyayê bên cem hev. Tê gotin ku dê li ser rewşa Idlibê niqaş bikin. 
 
Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan dê sibê di 17'ê Îlonê de biçe bajarê Soçî yê Rusyayê û bi Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin re li ser rewşa Idlibê hevdîtin bike. Hat diyar kirin ku Erdogan ji bo rewşa Idlibê bi axive dê biçe Pûtîn ziyaret bike. Hat zanîn ku dê li ser mijara enerjiya di navbera Rûsya û Tirkiye de jî niqaşan bimeşînin.