Ruhanî: Em dê piştgiriyê bidin Sûriyeyê
Putîn: Terorîst li Idlibê ne
Erdogan: Bila agirbest bê îlankirin

img
ENQERE – Piştî zîrveya  Tahranê, Serokê Îranê Ruhanî, Serokê Rûsya Putin û Serokomar Erdogan bi hevre daxuyanî dan. Putîn, got: "Komên dawî yên terorîstan niha li Idlibê ne." Ruhanî jî got: "Em dê piştgiriyê bidin vîna mîlîtanên li Sûriyeyê." Serokomarê Tirkiye Erdogan jî got: "Ger ku agirbest bê îlankirin dê ji bo zîrveyê serkeftinek mezin be." 
 
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Iranê Hasan Ruhani û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin îro ji bo mijara Idlibê niqaş bikin li Tahranê kom bûn û Zîrveya Îranê pêk anîn. Serokên Iran, Rûsya û Tirkiye zîrveya xwe ya 3 alî li Salona Konferansê ya Îranê pêk anîn. Piştî hevdîtinan serokên dewletan daxuyanî dan. 
 
RUHANÎ: EM DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN VÎNA GELÊ SÛRIYEYÊ
 
Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî ewil daxuyanî da û wiha got: "Ev zîrve piştî krîza Sûriye pêk hat. Ev zîrve ji bo pêşerojê firsend e. Îran ji bo bi terorîstan re şer bike divî li vî welatî be. Em dê piştgiriyê bidin vîna gelê Sûriyeyê. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Ji DYA ku li dijî zagonê li Ser axa Sûriyeyê ye û dagir kiriye tu hevî û çareserî jê nayê payîn. Ji bo pêşeroja Sûriye rola dawî aydî Sûriye ye." 
 
 
PUTÎN: KOMÊN DAWÎ YÊN TERORÎSTAN LI IDLIBÊ NIN
 
Serokê Rûsyayê Valdîmir Putin jî bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha got: "Biryarên di zîrveyên berê de hatibûn girtin dikevin meriyetê. Di astek bilind de encam hat destxistin. Ji sedî 90 axa Sûriye di bin hebûna dewletê de ye. Komên terorîst jî li herêma Idlibê ne. Terorîst hewl didin agirbestê îhlal bikin. Bi çekên kîmyewî provakasyonan dikin. Ji bo di navbera Sûriyeyiyan de diyalog pêk bê gavên şênber hatin avêtin. Ji bo penaber dîsa vegerin warê xwe divê gav bên avêtin. Şam xebatên navenda qebûlkirinê dimeşîne. Li Moskova navendek hat avakirin. Li Urdun û Lubnanê nokteyên buhurokê hatin avakirin. Zêdeyî 15 hezar kes vegeriyan malên xwe." 
 
ERDOGAN: IDBIL JI BO EWLEHEYA NETEWEYÎ JIYANÎ NE
 
Herî dawî Serokomar Tayyip Erdogan, jî axivî û wiha got: "Pêlên koçberiyê heye. Ger ku agirbest bê îlankirin dê ji bo zîrveyê serkeftinek mezin be."