Peskov: Têkildarî ‘Zîrveya Sûriyeyê ya Sêyemîn’ daxuyanî da

  • cîhan
  • 14:16 16 Tebax 2018
  • |
img

ENQERE - Berdevkê Kremlîn Dmîtrî Peskov, têkildarê Zîrveya Sêyemîn a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ya dinavbera serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê dê pêk werê de, daxuyanî da û diyar kir ku ji bo zirve di destpêka meha  Îlonê de bê lidarxistin, xebatên wan berdewam dikin.  

Berdevkê Kremlîn Dmîtrî Peskov, li paytexta Moskovayê daxuyanî da çapemeniyê û derbarê Zîrveya Sêyemîn a ji bo çarserkirina krîza Sûriyeyê ya dinavbera serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê de ya li paytaxta Tahran a Îranê pêk hat de, axivî. Peskov, diyar kir ku xebatên zîveyê berdewam dikin û wiha got: “Xebatên têkildarî zîrveya sêyemîn a çareseriya krîza Sûriyeyê ya dê dinavbera serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêk were, berdewam dikin. Zîrve dê di destpêka Îlonê de bê lidarxistin. Gava dîroka lidarxistina zirveyê diyar bû, em ê ji raya giştî re ragihînin.”