DYA’yê firotina çekan ji bo Erebistana Siûdî û Kuweytê erê kir
NAVENDA NÛÇEYAN - DYA'yê firotina çekan ji bo Erebistana Siûdî û Kuweytê erê kir.
Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ragihand ku di demeke ji şerê giran ê Rojhilata Navîn de firotina çekan a bi buhayê 2 milyar dolarî ya ji bo Erebistana Siûdî hatiye erêkirin.
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku firotina çeka a ji bo Erebistana Siûdî û Kuweytê hatiye erêkirin.
Wezaretê diyar kir ku firotin wê armancên ewlekariya neteweyî û polîtîkaya derve ya DYAyê xurt bike, her wiha wê kapasîteya parastinê ya hevalbendekî derveyî NATO'yê yê girîng ê li Kendavê jî xurt bike.
Di çarçoveya paketa hate erêkirin de wê nêzî 20 hezar Sîstemên Fuze yên Hesas ên Pêşketî (APKWS-II) û serikên şer ên van sîstema bêne radestkirin.
JI BO KUWEYTÊ PAKÊTA 484 MILYON DOLAR
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pakêtê de balafirên balhilgêr ên C-17, parçeyên balafiran, amûrên ragihandinê, dokumantasyona teknîkî, xizmetên perwerde û lojîstîkê vedihewîne û bihayê pakêtê 484 milyon dolar e.