Li Venezûelayê hejmara miriyan bû 2 hezar û 645

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Venezûelayê ji ber du erdhejên ku di 24'ê Hezîranê de li pey hev çêbûn, hejmara kesên mirin bûye 2 hezar û 645. 

 
Wezareta Enformoasyonê ya Venezûelayê daxuyand ku ji ber erdhejên di 24'ê Hezîranê de bi pileya 7.2 û 7.5'an çêbûn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 2 hezar û 645. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 12 hezar û 666 kes birîndar bûne û nêzî 15 hezar kes jî bê xanî mane.