Trump: Welatê bi Îranê re bazirganî bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike

img

ENQERE – Serokê Amerîkayê Donald Trump danekirinên li hemberî Îranê berfirehtir û kir û got ku welatê bi Îranê re bazirganî bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike. 

 
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî beşek danekirinên li ser Îranê ketin dewrê, li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û û ragihand ku welatê bi Îranê re bazirganî bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike.
 
‘TIŞTEK PIR NAXWAZIM’
 
Berfirehiya daxuyaniya Trump wiha ye: "Ev danekirinên herî giran ên ku heta îro hatine ragihandinê ne. Dê danekirin di meha mijdarê de derkevin asteke din û welatê bi Îranê re bazirganî bike dê NIKARIBE bi AMERÎKAYÊ re bike. Ez ji AŞTIYA CÎHANÊ zêdetir tiştekî din naxwazin."