Danekirinên Amerîkayê yên li ser Îranê ketin dewrê

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Amerîkayê danekirinên xwe yên li ser Îranê careke din kire dewrê. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî danekirinan wek şerê derûniyê yê bi armanca danîna tovê perçekirina îraniyan penase kir. 

Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump danekirinên li ser Îranê careke din ketin dewrê. Danekirinên ketin dewrê wiha ne: “Kirîna banqnotê Dolarê Amerîkayê ya hikumeta Îranê, bazirganiya zêr û amûrên bi qîmet ên din, grafît, elemînyûm, pola, komir, nivîsbariya ku di pîşesaziyê de tê bikaranîn, hewaleyên ku bi riyal tên kirin, faaliyetên tehvîlê dewletê û sektora otomotîvê.”
 
Trump piştî vekişandina Amerîkayê ya ji Peymana Nukleerê ragihandibû ku dê danekirinên di dema serokê berê yê Amerîlayê Barack Obama de hatibûne rakirin careke din bike dewrê. Dankerinên ku tê payîn Îranê di nav zor û zehmetiyan de bêhilê, dê bi saeta Tirkiyeyê saet di 07.00’an de ketin dewrê. 
 
Berteke Îranê ya li hemberî vê yekê dereng neket. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî danekirinên Amerîkayê yên li hemberî welatê xwe şermezar kir û danekirinan wek  şerê derûniyê yê bi armanca danîna tovê perçekirina îraniyan penase kir.
 
Piştî van danekirinên ku dê rojên gelek zor û zehmetiyan jiş bo Îranê bi xwe re bînê tê payîn ku dê danekirinên li ser petrolê jî bên îlankirin. Yekitiya Ewropayê (YE) li hemberî danekirinên Amerîkayê derket û soza parastina şîrketên ku bi awayekî qanûnî bixebitin da.