Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşeke ku li Afganistanê pêk hat de 3 leşkerên NATO’yê jiyana xwe ji dest da. 

Li Afganistanê dema peywira dewriyeke hevpar a leşkerên NATO û Afganistanê êrîşeke xwekujî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrîşê de 3 leşkerên NATO’yê jiyana xwe ji dest daye. NATO têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û ragihand ku li rojhilatê Afganistanê 3 leşkerên Mîsyona Piştgiriya bi Biryar dema bi Artêşa Afganistanê re derketine dewriyeke hevpar rastî êrîşeke xwekujî hatine û jiyana xwe ji dest dane. 
 
Her wiha hat ragihandin ku di êrîşê de leşkerekî amerîkî û 2 leşkerên Afganistanê jî birîndar bûne. 
 
Reutersê ragihand ku Talîbanê êrîşê girtiye ser xwe.