Li Îranê çalaki didomin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên ku ji ber buhabûn, nelirêtî, birîna av û elektrîkê, zextên civakî û siyasî li bajarê Îsfehanê dest pê kirin, derbasî bajarên din jî bûn. 

 
Çalakiyên ku demekê ye tên lidarxistin didomin. Çalakiyên ku li bajarê Îsfehanê destpêkirin derbasî bajarên din jî bûn. Gelên li Îranê bi van çalakiyan xwe bertek nîşanî buhabûn, nelirêtî, birîna av û elektrîkê, zextên civakî û siyasî didin û îtîraz dikin.
 
Çalakiyan destpêkê esnaf û bazirganên sînor dan destpêkirin û paşê karker û ajokarên otomobîlan jî piştgirî da çalakiyan. Jinên îranî bi awayekî qerebalix beşdarî çalakiyan dibin. 
 
Hat ragihandin ku ji ber çalakiyan pasdarên Îranê li bajarê Kerecê qedexeya derketina derve îlan kiriye û 20 çalakgeran binçavkirin.