NAVENDA NÛÇEYAN - Ramangêrê Îtalyayî Andrea Surbone, diyar kir ku Rojava ji bo guherîna kûrewî xwedî potansiyeleke mezin e û got: “Ji bo naskirina modela Rojava berdana Ocalan dikare bibe gaveke sembolîk.”
Piştî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 29’ê Çileyê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de peymanek hate mohrkirin û pêvajoya di çarçoveya vê peymanê de didome. Ramangêrê Îtalyayî Andrea Surbone ku “Modela Rojava” weke çavkaniya hêviyê dibîne, bi pêşxistina modela Filoponìa re çarçoveyeke alternatîf ji bo pergalên aborî û civakî pêşkeş dike. Li hêla din nêzikatiyeke ked, wekhevî û sînorên hawirdorê navendî dike pêşniyar dike. Modela Surbone ya “dijbera daneheviyê” û hewl dide aboriya li ser bingeha deynkirinê ji holê rake, ne tenê veguherîneke aborî lê di heman demê de veguherîneke civakî û etîk jî di nav xwe de dihewîne. Filoponìa, li dijî krîzên modernîteya kapîtalîst, weke lêgerîna paradîgmaya nû ya mirov û xwezayê digire navenda xwe derdikeve pêş.
Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hewl dide li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pratîze bibe, armanc dike ku civakeke demokratîk, ekolojÎk û azadiya jinê esas digire ava bike. Ev modela ku li ser bingeha meclisên xwecihî, kooperatîf û beşdariya çalak a civakê teşe digire, feraseteke alternatîf a li dijî avadaniya dewleta navendî pêşkeş dike. Xalên hevpar ên nêzikatiya Surbone ya Filoponìa û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a li Rojava şênber bûye, nîqaşên têkildarî derfetên pergaleke civakî ya alternatîf dîsa dixe rojevê.
Surbone, têkildarî modela Filoponìa û modela Rojava de pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
‘TECRÛBEYA ROJAVA BINGEHA ESASÎ YE’
Surbone, anî ziman ku gelek qîmetê dide tecrûbeya Rojava û pêwîstiya dinyayê bi modelên erênî heye. Surbone, got: “Ez vê tecrûbeyê, ji bo mirovahî ji rêyên heta niha ceribandî cudatir, ji bo bikeve rêya etîk, dostên hawirdorê û demokratîk, weke bingeheke esasî ya mirovahiyê dinirxînim. Bi taybet jî di van serdemên tarî de, di vê serdema ku em di astên herî jor de jî gelek tevgerînên neyînî dibînin de, ji bo dinya xwe bigihîne astên bilind pêdivî bi modelên erênî heye.” Di berdewamê de Surbone got ku li gorî wî avadaniya civakî ya li Rojava ji bo Filoponìayê guncav e û wiha pê de çû: “Di dawiya dawî de demokrasiya beşdar a bingeha Filoponìayê ava dike, çavkaniya xwe ji Konfederalîzma Demokratîk digire. Ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya rasteqîn, hewcehî bi yekbûna Konfederalîzma Demokratîk û modela Filoponìayê heye.”
PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ, DEMOKRATÎK Û EKOLOJÎK
Di berdewamê de Surbone îşaret bi girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan a “Azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk” a li Rojava kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî min di mijara encama modela Ocalan pêşniyar dike û ez pêşniyar dikim de hemaan tiştan difikirin. Lêbelê ez nizanim ka dahûrînên min bingeha pirsgirêkan vedibêjin an na. Ez wiha vebêjim, li Îtalyayê gotinek heye; dibêjin ‘Gelo mirîşk ji hêkê derketiye yan hêk ji mirîşkê?’ Li gorî min Ocalan patriyarkayê weke sedema esasî pênase dike, ez vê weke daneheviyê pênase dikim. Lêbelê li gorî min ne girîng e ka ji wan kîjan sedem kîjan encam e. Qet nebe ji bo modeleke pratîk a mîna Filoponìayê tişta girîng, formulbûna wê ya ji bo jiholêrakirina patriyarkayê ye. Û ev jî di Filoponìa’yê de ji kesan heta rêxistinan (komele, şîrket, dewlet) di her astê de - aboriya serbixwe jî di nav de - diyarkirina çarenûsa xwe ye. Dema mijar dibe demokrasî û ekolojî jî her du model heman nêzikatiyê pêşkeş dike; demokrasiya beşdar (lêbelê di Konfederalîzma Demokratîk de pir bêhtir pêş ketiye) û biçûkbûn (Di Filoponìa’yê de bi telafîkirina aboriyê re diçe; fedekariyên ji bo hawirdorê, lêbelê civakeke aramiya aboriyê pêşkeş dike).”
Surbone, anî ziman ku Filoponìa û Konfederalîzma Demokratîk nêzikatiyên ber bi heman armancê ve ne û got: “Filoponìa, wekheviyê weke stûna bingehîn dibîne lêbelê di modela xwe de qeyda hevserokatiyê yan jî di ekolojiyê de Teoriya Biçûkbûnê xwe naspêre zagonên diyarker. Dirûşma Filoponìa’yê ‘di aboriyê de civakeke azad û aboriyeke ji deynan azad’ e.” Surbone, bal kişand ser rêgezên li Rojava rê nîşan didin kir û anî ziman ku azadiya jinê û pêkvejiyan di paradîgmaya Abdullah Ocalan de parçeyên sereke yên aramiya civakê ne.
‘OCALAN YEK JI RAMANGÊRÊN HERÎ MEZIN E’
Surbone, ku paradîgmaya Abdullah Ocalan bi têgeha e-mirovhezî (feraseta ku di navenda wê de mirov lêbelê bi xwezayê re di nava hevsengiyê de dijî û feraseta mirovahiyê ya nû) re girê dide û dibêje ku ev paradîgma di demokrasiya beşdarbûnê de bêhtir pêşketî ye. Surbone, wiha domand: “Ocalan, di dîrokê de û di e-mirovheziyê de yek ji ramangêrên herî mezin e lewma pîrozkirinê heq dike. Her wiha mîmarê vê dîrokê ye. Lêbelê min tenê ji bo mirovahiyê hewl da rênîşandanekê binivîsim . E-mirovhezî ya Filoponîkê armanceke (bi gotineke rasttir encameke tê hêvîkirin e) û divê em ji bo vê hewl bidin. Lêbelê bi şertê ku bê zanîn mirovê nû li derve nayê avakirin - anku ji hêlekê ve nayê ferzkirin - . Di vê rewşê de modela Filopenîk, ji bo mirovahî ber bi e-mirovahiyê ve veguhere şert û mercên rast ava dike.”
Surbone, destnîşan kir ku tecrûbeya Rojava di serî de li Sûriye û Rojhilata Navîn aştiyê hedef dike lê her tim di bin gefa pevçûnan de ye û wiha domand: “Bêguman şoreşeke aştiyane û demokratîk a di hundirê xwe de pêkan e lêbelê dema her tim di bin gefê de be, şoreşên herî esil jî neçar dimînin ku xwe ji bo pevçûnan amade bikin. Ev jî rewşek e ku bi xwe re nakokiyê diafirîne. Lê mixabin hem pêwîst e hem jî ji derve tê ferzkirin. Ji ber ku êrişkar te neçarî vê rewşê dike.” Bi domdarî Surbone anî ziman ku êrişên leşkerî û siyasî yên li dijî Rojava ji hêla gelek derdoran ve weke “hewldana tunekirina modela alternatîg” tê nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez tev li vê şîroveyê dibim. Asta entelektueliyê ya Ocalan ewqas bilind e ku Rojava ji civakeke bi fezîlet pir wêdetir bir. Ev, pratîkeke mînak e û bi vî halê xwe ji bo yekperestiya dinyayê birêve dibe gefeke rasteqîn e. Ev rewş di mînaka Rojava de, jeopolîtîka li Rojhilata Navîn ji xwe pir gur bûyî de dibe faktoreke rewşê hêj girantir dike.”
PERGAL ÇIMA LI DIJÎ ROJAVA YE?
Di berdewama axaftina xwe de Surbone da zanîn ku pergala kûrewî ya heyî li dijî alternatîfên mîna Rojava ye û ev nirxandin kir: “Heke em hinek berfirehtir vebêjin; dixwazim balê bikişînim ser sê aliyên Rojava, ev tevek jî nîşaneya qutbûna ji rewşa heyî ne. Konfederalîzma Demokratîk; ji ber ku ne tenê çarçoveyeke sazûmanî ya alternatîf e. Wê jî derbas dike û pir bi dijwarî serî li ber serîtewandina serdest radike û tevgereke çandî ya bi vî rengî ye. Ev jî avabûna mirovê nû (e-mirovhezî) ye ku beriya niha min behs kiribû. Her wiha ev li Rojava hêj ji niha ve teşe girtiye. Aştî jî di heman demê de li dijî herka vê pergale ye; çekberdana ji hêla Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin û ji hêla PKK’ê ve hatiye cîbicîkirin, ji hêla kesên agirê şer gur dikin ve pratîkeke nayê qebûlkirin e. Ev aktor dijminan diafirînin, delîlan hildiberînin, zanînê kontrol dikin û êrişên mezin didin destpêkirin. Sedema sêyemîn jî, herî kêm biqasî her du sedemên ewil girîng e. Jihevbelavkirina patriyarkayê ya ji hêla Jineolojiyê ve ye. Bi heman awayî Filoponìa jî ji ber avadaniya xwe ya nûjenîxwaz ku xwe dispêre diyarkirina çarenûsa xwe (anku bi jiholêrakirina pergala kredî/deynan), dijberî pergala heyî disekine lewma jî astengî ye. Îcar ser re jî tevî ne modeleke dijber lê modeleke pozîtîf e jî ev rewş wiha ye.”
‘DIVÊ OCALAN WERE BERDAN’
Bi domdarî Surbone behsa pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de kir û ji bo pirsa “Gelo bi vê entegrasyonê re pergala Rojava dikişînin nava pergalê yan ji bo veguherîna pergalê firsendek e?” jî wiha bersivand: “Ez hûrgiliyên nîqaşa heyî baş nizanim lêbelê di çarçoveya xebatên niha ez bo Filoponìayê dikim de dikarim vê bibêjim; li gorî min divê ev kişandina modela alternatîf a nava pergala heyî di nav xwe de bihewîne. Pêşniyara Rojava pir radîkal e ku nikare di careke de ji bo veguherîna pargelê veguhere firsendekê. Ji bo vê divê dewleta Sûriyeyê di mijara îstîqrara Rojava, aştî û yekpartiyê, di mijara aboriyeke yekpareyî de misogeriyan bide. Ev jî bi pêvajoyeke van bicih tîne pêkan e. Her wiha, ji ber gelek sedemên em tevek jî dizanin ku gava sembolîk a naskirina modela Rojava, berdana Ocalan ferz dike.”
ENCAMÊN ENTEGRASYONÊ
Surbone, anî ziman ku heke entegrasyona li Rojava bi parastina destkeftiyên demokratîk û civakî pêk were, ev yek ne tenê ji bo Sûriyeyê lê dê ji bo hemû kesî bibe modeleke gelek girîng û wiha pê de çû: “Me bandora vê di demekî pir kin de dît. Li gorî min meseleya esasî, mîna di her pêşniyara alternatîf de, şêweyê vegotina wê û belavbûna wê ye. Parçebûna avadaniya dewletekê û bi awayekî fermî naskirina ji hêla civaka navneteweyî ve, bêguman pir girîng e û dê sûdewer be. Çiqas kûrewî dibe bila bibe, derbasbûna ji asta çandî ber bi asta sazûmanî ve, ev ne ji hêla pêşketina teorîk an jî optîmîzasyona pratîk ve, zêdetir ji bo naskirina hebûnê û naskirina fermî ya encamên hatine bidestxistin e. Di vê mijarê de gaveke pêşketî ye.”
Surbone, ku Rojava weke çavkaniya hêviyê pênas e kir, diyar kir ku heke entegrasyon bi awayekî demokratîk çêbibe Rojava xwedî wê potansiyelê ye ku di astekî kûrewî de belav bibe û wiha axivî: “Rojava, ji bo e-mirovheziyê de hêmayeke pir zehmet tê dîtin e. Konfederalîzma Demokratîk, li ser bingeha jinûveafirandina mirovê nû hatiye avakirin. Lêbelê heke li derveyî Rojava jî belav bibe, dê ev pêvajo dirêj biajo. Di Filoponìayê de ez behsa çendek nifşan dikim. Lê destpêk di kêliyê de ye. Li gel vê, pergala heyî jî dê li dijî vê bisekine.”
‘ROJAVA JI BO GUHERÎNA KÛREWÎ NOQTEYA DESTPÊKÊ YE’
Surbone, bal kişand ser têkiliya di navbera Filoponìa û Rojava de û got ku her du jî xwedî armanca avakirina mirovahiyeke nû ne û hêvî dike ku di navbera herduyan de yekbûnek çêbibe. Herî dawî jî Surbone îşaret bi ferq û cudahiyên di navbera Konfederalîzma Demokratîk û Filoponìa’yê de û wiha got: “Di esasê xwe de ji cudahiyan zêdetir, li gorî min aliyên pir dişibin hev hene. Konfederalîzma Demokratîk, di pratîka demokrasiyê de ji Filoponìayê pir bêhtir li pêş e. Lê pergala dekonomîk a filoponîk, di mijara diyarkirina çarenûsa xwe de bêhtir radîkal e. Tiştekî teqez e ku dahûrînên Ocalan ji min re bû îlham û di heman demê de rê li ber vekir ku çendek guhertinan bikim. Weke mînak têgeha dewletê, piştî konferansa navneteweyî ya di Nîsana 2025’an de li Romayê hat lidarxistin min ev têgeh jinûve nirxand. Wê demê jî min peywireke venêrînê ya têkildarî dewletê li peywirên demokrasiya beşdar zêde kir. Bi kurt û kurmancî, ez di wê baweriyê de me ku hevkariya di navbera her du modelan de her tim pêkan e. Dema bi awayekî giştî tê nirxandin, heke em bên ser meseleya ka hewldanên herêmî dikarin bibin noqteya destpêkê ya guherînên kûrewî, bi rastî jî bersiva min ev e; di vê mijarê de gumanên min hene. Lêbelê heke ji rewşa giştî ber bi rewşa taybet a tecrûbeya Rojava were nihêrtin, dema ji perspektîfa fîlopenîk ve lê dinihêrim, ev arguman berevaj dibe. Ji bo guherîna filopenîk a kûrewî ez baweriya xwe didim ber muzakereya civakî û di vê mijarê de Konfederalîzma Demokratîk pispor e. Weke encam, ez pêşniyara hevkariyê dikim û di wê baweriyê de me ku tecrûbeya xwecihî ya li Rojvaa dikare bibe noqteya destpêkê ya guherîna kûrewî.”
MA / Hîvda Çelebî