Li Pakistanê êrişa bombeyî: 14 kes mirin, zêdetirî 25 kes birîndar bûn

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Pakistanê piştî du êrişên bombeyî, pevçûn rû dan. Hat diyarkirin herî kêm 14 kes mirine û zêdetirî 25 es jî birîndar bûne. 

Li bajarê Xayber Paktûnxwa yê li bakurê rojavayê Pakistanê, di du êrişên bombeyî de herî kêm 14 kes mirin. Piştî êrişan, di navbera hêzên ewlehiyê û kesên çekdar de pevçûn derket. Hat ragihandin ku zêdetirî 25 kes birîndar bûne. Di nav kuştiyan de 11 endamên ewlehiyê û 3 sivîl hene. Her wiha di operasyonan de 3 kesem çekdar hatin kuştin.
 
Li gorî rayedaran, êrişa yekem li navçeya Bajaurê pêk hatiye. Wesayîteke tijî teqemenî li dîwarê medreseyekê ketiye û teqiyaye. Di teqînê de 8 polîsên li hundir û Pasvanên Sînor mirine û 10 peywirdarên ewlehiyê birîndar bûne. Ji ber hêza teqînê banên hin xaniyên derdorê hilweşiyan û zarokek jî jiyana xwe ji dest da. Rayedaran ragihand ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Êrişeke din jî li bajarê Bannuyê pêk hat. Bombeyeke ku di rîkşeyeke de hatibû bicihkirin û li nêzî xaleke kontrolê ya polîsan hatibû parkkirin, teqiya. Di teqînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.
 
Li navçeya Shangla jî, 3 polîs û 3 kesên çekdar di operasyona lêgerînê ya hêzên ewlehiyê de mirin. Polîsên parêzgehê diyar kirin ku kesên hatine girtin berê di êrışên li dijî sivîlan li Çînê de cih girtine. 
Nûçeyên Têkildar
Dê Sûriye li dema şerê navxweyî bigere! <font color=#ff0000> - ANALÎZ </font>
Dê Sûriye li dema şerê navxweyî bigere! - ANALÎZ

Dorpêça li ser Kobanê, çalakiyên eşirên Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê li dijî zext û zordariya aborî, dagirkeriya Îsraîlê li başûr û nezelaliya şerê li ser sînorê Iraqê hemû dibe ku Sûriyeyê ber bi wêdeyî şerê navxweyî ve bibin.

Daxuyaniya ‘Mafê axê yê Îsraîl’ bû sedema nerazîbûnan
Daxuyaniya ‘Mafê axê yê Îsraîl’ bû sedema nerazîbûnan

Daxuyaniya Balyozê DYA’yê yê li Îsraîlê Mike Huckabee, ku gotibû Îsraîl xwedî mafekî berfireh e li ser axa Rojhilata Navîn, di nava welatên Ereb de bû sedema nerazîbûnan.

Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: Herî kêm 18 kes mirin
Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: Herî kêm 18 kes mirin

Pakistanê li dijî sînorê Efxanistanê êrişekî hewayî pêk anî û di êrişê de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Nîjeryayê êrişa çekdarî: Herî kêm 38 kes mirin
Li Nîjeryayê êrişa çekdarî: Herî kêm 38 kes mirin

Li Nîjeryayê, di êrişekî çekdarî ya li ser gundekî de herî kêm 38 kes mirin.

Keça Sedam bi veşarî bi Şara re hevdîtin kir: Planên nû yên şer
Keça Sedam bi veşarî bi Şara re hevdîtin kir: Planên nû yên şer

Hat ragihandin ku keça Sedam Hisên, Raghad Sedam Hisên bi awayekî “veşarî” bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Şara re hevdîtin kir. Hat ragihandin ku hevdîtin bi pêşengtiya Ingilistanê û bi beşdariya Îsraîlê hatiye kirin.