Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan

  • cîhan
  • 14:03 20 Gulan 2018
  • |
img
NAVDE NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê Şîî yê îtîfaqa Saîron Muqteda El Sedr li Bexda hatin gel hev. Piştî hevdîtinê daxuyaniya hevpar hat dayîn û hat gotin: “Ji bo demildest hikûmeta Iraqê bê avakirin li hev kirin.”
 
Serokê Hevpeymana Saîron Muqteda El Sedr ku di hilbijartinên giştî yên Iraqê yên di 12’ê Gulanê de dengên herî zêde girtin, li ofîsa xwe ya li paytexta Bexdayê Iraqê, bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re li hev civiyan. Di hevdîtinê de li ser encamên hilbijartin û avakirina hikûmeta Iraqê nîqaş kirin.
 
Hevpeymana Saîron di hilbijartinan de ji 329 kursiyên parlamentoyê 54 girtin û bû yekem. Piştî Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinê encamên fermî ragihandin, çav li rê ye hikûmeta nû bê avakirin. Sedr û Ebadî piştî hevdîtina xwe daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniya hevbeş a hat dayîn de, hat diyar kirin ku herdû aliyan li ser avakirina hikûmeta nû li hev kirin. Ebadî di daxuyaniya xwe de bang li hemû aliyan kir ku encamên hilbijartinê qebûl bikin û wiha axivî: “Divê nerazîbûnên heyî di çarçoveya yasayî de bimîn in. Pêwîste piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijartinê, hikûmeta nû demek pêş bê avakirin û parlamento cardin aktîf bibe.” 
 
EBADÎ: EM BIRYAR GIRT 
 
Ebadî, anî ziman ku hevdîtina wan di atmosferek bawer de derbas bû û wiha bilêv kir: “Hikûmeta bê avakirin dê hemû gelên Iraqê bigire nava xwe. Divê  yên di hilbijartinê de bi ser ketin rola xwe ya li parlamentoyê bilîzin. Me di civînê de li hev kir.”
 
SEDR: HIKÛMETA NÛ DÊ HEMÛ KESÊ BIGIRE NAVA XWE 
 
 Serokê Hevpeymana Saîron Muqteda El Sedr jî, diyar kir ku hikûmeta nû ya bê avakirin, deriyê wê hemû kesên dixwazin avakirina Iraqê de cih bigirin re vekiriye û wiha got: “Ez spasiya Serokwezîr Heyder Ebadî ya ji bo serdana wî dikim. Di civînê de me li ser avakirina hikûmeta nû, Iraqek bi hêz û ji bo hemû gelê Iraqê cihê baweriyê be guftûgo kir. Ji bo avakirina Iraqê û aramiya gel, deriyê me ji hemû kesê re vekiriye. Em ê xebatên xwe yên ji bo avakirina hikûmeta gelê me li bendê ye leztir bikin. Di avakirina hikûmeta nû de weke Sedr ezê rol bigirim.”
 
Sedr, destnîşan kir ku di têkiliyên xwe yên li gel welatên cîran de dê dostaniyê bingeh bigirin.