Krîza balafirên şer ên F-35 a di navbera Tirkiye û DYA de didome

  • cîhan
  • 11:30 16 Gulan 2018
  • |
img
NAVENA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, dê bi Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompeo re bê cem hev. Li bendê ye ku li ser mijara balafirên şer ên Lockheed Martin F-35 Lightning II bazarê bikin. DYA di kongreyê de bi du hewldanên zagonî teslîmkirina balafiran da rawestandin û ev yek bû sedema ku krîz kûr bibe. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlûd Cavûşoglu ji bo mijara parastinê niqaş bike û DYA astengiya li ser radestkirina balafirên şer ên Lockheed Martin F-35 Lightning II ku Tirkiye ji DYA kirîne rake, dê bi wezîrê Karên Derve yê DYA re hevdîtin bike. Li gorî şertên asayî divê DYA di 21'ê Hezîranê de balafirên şer ên ku Tirkiye ji DYA krîye teslîm bike. lê DYA di Kongreya xwe de bi du hewldanên zagonî radestkirin da rawestandin. Ji ber ku DYA radestkirin da rawestandin wezîr Çevuşoglu gef li Tirkiye dixwin. Meclîsa Nûneran a DYA ku dest bi hiqaşên polîtikayên parastinê ya salane kirin, xwestin malzemeyên parastinê yên mezin ku balafirên şer ên F-35 yên bidin Tirkiye jî di navde bên rawestandin. 
 
Di kongreya ABD'a de hin endamên Kongreyê jiber li Tirkiye demokrasî her ku diçe xerab dibe, hin welatiyên DYA li Tirkiye girtî ne û Tirkiye ji Rûsya S-400 kirî ne, xwest teslîmkirina balafirên şer ên F-35  ku bidin Tirkiye bê rawestandin.