Balafira şer a Rûsya li Sûriyeyê ket

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku balafira wan a şer a Tîpa SU-30 li Sûriyeyê ket û du pîlotan jiyana xwe ji dest dan.
 
Wezareta Parastina Rûsyayê, ragihand ku balafira wan şer a Tîpa SU-30SM li Sûriyeyê ket û du pîlotan jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê de wiha hat gotin, "Li gor saeta heremî ya Moskowê di 09.45an de balafira ku ji baregeha hewayî ya Himeymimê bi hewa ket li nêzî Deryaya Spî ket. Li gorî çavkaniyên herêmî herdu pîlotên ku hewl dane firokeyê rizgar bikin jiyana xwe ji dest dan."
 
Hat diyar kirin ku balafir li herêma Cebele ya bajarê Lazkiye nêzî peravên Akdenîzê ya Sûriyeyê ket. Di tora civakî de bi îdîya wêneyên bûyerê yên li herêmê hatin parvekirin.