Li Afganîstanê êrîş: Xebatkarên BBC û AFP'ê jî di navde 25 kes mirin

  • cîhan
  • 17:20 30 Nîsan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Paytextê Afganistanê Kabilê du êrîşên întîharê pêk hatin. Di çalakiyan de rojnamegerên BBC û AFP'ê jî di navde 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku endamên DAIŞ'ê çalakî daniye ser xwe. 
 
Li Paytextê Afganistanê Kabilê du êrîşên întîharê pêk hatin. Di çalakiyan de rojnamegerên BBC û AFP'ê jî di navde 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Midûrê Serwîsa cîhanê yê BBC James Angus, diyar kir ku di êrîşê de xebatkarê wan ê Serwîsa BBC  yê Afgan ku salek û nîve dixebite Ahmad Shah ê 29 salî jî jiyana xwe ji dest daye.  Dîsa di êrîşê de Nûçegîhanê Wênekêşê yê Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) Shah Maraî ku demek dirêje dixebite jî jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku Shah Maraî di erîşa duyemîn de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Rayedarên Afgan jî diyar kirin ku di 2 êrîşên cuda de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. 45 kes jî birîndar bûne. Berdevkê Wezareta Karên Hundir Najîb Danîsh jî daxuyanî da BBC û diyar kir ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dan de 8 rojnameger hene û 4 kes ji polîs in.
 
Ajansa Nûçeyan a Amaqê ku weşana DAIŞ'ê dike jî diyar kir ku DAIŞ'ê êrîş girtiye ser xwe. Hefteya borî jî li Kabilê êrîş pêk hatibû û di êrîşê de nêzî 60 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 119 kes jî birîndar bûbûn. Dîsa DAIŞ'ê êrîş girtibû ser xwe.