Li dijî baragehê leşkerî yên Hama û Helebê êrîşên bi fuze

  • cîhan
  • 08:56 30 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Sûriye diyar kir ku li dijî baragehên leşkerî yên herêma Hama û Hehebê 2 êrişên fûzeyan pêk hatine. Artêşê da zanîn ku nayê zanîn êrîş ji aliyê kê ve pêk hatine. 

Televîzyona dewletê ya Sûriye diyar bi nûçeyekê diyar kir ku şevê din saet di 10.30'ar de li dijî du baragehên leşkerî yên li herêma Hama û Helebê 2 êrîşên bi fûze pêk hatine. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriye ku Navenda wê Londra ye jî diyar kir ku Barageha leşkerî ya Tugaya 47'emîn bûye hedef. Ajansa Nûçeyan ya Reutersê jî diyar kir ku Barageha Leşkerî ya Tugaya 47'emîn, aydî mîlîsên Şîî yên ku Îran piştgiriyê dide wan û li tenişta artêşa Sûriye şer dikin e. Hat diyar kirin ku di êrîşê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî hin çavkaniyan hat diyar kirin ku di êrîşa li Hama de piştî êrîşa fuzeyê teqîn pêk hatiye  û di teqînê de herî kêm 38 kes mirine û 57 kes birîndar bûne.