Sekreterê Giştî yê NATO: Operasyon Sûriyeê peyamek vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû

  • cîhan
  • 13:34 16 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenbergî derbarê operasyona hewayî ya Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li ser Sûriyeyê de axivî û got, "Peyamek vekirî ji bo rejîma Esad û piştgirên wê Rûsya û Îranê bû. Operasyonê nîşan da ku hêzên navneteweyî hema wisa bêdeng li qeraxekê rûneniştine."

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenbergî derbarê operasyona hewayî ya Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li ser Sûriyeyê de axivî û wiha got: "Êrîşa hewayî peyamek vekirî ji bo rejîma Esad û piştgirên wê Rûsya û Îranê bû. Operasyonê nîşan da ku hêzên navneteweyî hema wisa bêdeng li qeraxekê rûneniştine."
 
KIRÎNA ÇEKÊN S-400Ê JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE
 
Sekreterê Giştî yê NATO'yê, bersiva pirsyar kirîna pergala parastina hewayî ya S-400ê ya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî da û got: "Biryareke neteweyî ye. Ji aliyê NATOyê ve ev mesele, meseleya karîna entegrekirina pergalê ye."
 
"EM Ê LI SER XEBATA LI GEL TIRKIYEYÊ BERDEAM BIN"
 
Stoltenberg derbarê civîna xwe ya li gel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli got, "Em dê li ser xebata li gel Tirkiyeyê berdeam bin."