Ji Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê banga Efrînê: Bêdeng nemînin, gav bavêjin

  • cîhan
  • 16:26 15 Nîsan 2018
  • |
img

SOFYA - Efrîn mora xwe li konferansa Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê ya li paytexta Bulgarêstanê pêk hat da. Ciwanên Sosyalîst, xwestin ku Federasyona Bakurê Sûriyeya Demdokratîk bê qebûlkirin û li vê herêmê qedexeya balafiran bê îlankirin. 

Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê (YES) yekem konferansa xwe ya berfireh a 2018’an li paytexta Bulgarîstan a Sofya pêk anî. Tevgera Sosyalîstên Ciwan ên Îsvîçre (JUSO), Sosyalîstên Ciwan ên Almanya (JUSOS), Tevgera Karkeren Ciwan ên Îngîltere (Young Labour UK) û Sosyalîstên Ciwan ên Fransayê (MJS France) beşdarî konferansê bûn. Ciwanên Sosyalîst di  konferansê de pêşketinên li Sûriyeyê û  welatên Ewropayê nirxandin û bal kişandin ser dagirkerina Efrînê. 
 
‘EFRÎN HERÊMA HERÎ BI EWLE BÛ’
 
Di konferansê de ji bo piştevaniya Efrînê gelek biryar hatin girtin û bi awayekê tund êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û rexne kirin. 
 
BAND LI WELATÊN AWROPA KIRIN
 
Ciwanên sosyalîst di encamnameya konferansê ya amade kirin de, daxwazên xwe anîn ziman û ev bang li Yekîtiya Awropa û welatên Awropayê kirin: “ 
 
* Divê Bakurê Sûriyeyê weke qada bi ewle û herêma qedexeya balafiran bê îlan kirin. 
 
* Bila hemû bazirganiyên çekan a ji bo Rojhilata Navîn bên rawestandin. 
 
* Bila Federasyona Bakurê Sûriyeya Demokratîk mîna herêma otonom bê naskirin.
 
* Bila hevpeymana koçberan a bi Tirkiyeyê re bê bi dawîkirin. 
 
* Divê lîsteya Înterpolê ya Tirkiyeyê pêşkêş kirî ji holê bê rakirin. 
 
* Paşveşandinên Tirkiyeyê bên rawestandin. 
 
BANG LI GELÊN AWROPAYÊ KIRIN
 
Ciwanên Sosyalîst, ev bang li gelên Awropayê kirin: 
 
* Divê piştevaniy a bi gelê Kurd û hemû gelên Efrînê re bê mezin kirin û operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bên şermezarkirin. 
 
* Ji bo gelan em têkoşînê mezintir bikin. 
 
* Divê demildest parlamenterên girtî yên Tirkiyeyê bên berdan û ji bo berdana wan daxwazên bi hêz derbikevin holê. 
 
SEROKÊ YES’Ê: EWROPA TEMAŞEYÊ MIRINA KURDAN KIR
 
Serokê YES’ê Joao Albuquerque derbarê kongferansê de ji Ajansa Mezopotmaya (MA) re axivî û wiha got : “Me biryar da ku em ji bo Efrînê çalakiyên bi hêztir û bi bandortir li dar bixin. DYA, Îngîltere û Fransa hewl didin li Sûriyeyê bidin. Em naxwazin mirinên nû rû bidin. Em dixwazin herêmek demokratîk bê avakirin. Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn de welatên Ewropayê bêdeng man û temaşeyê kuştina kurdan kirin. Ji bo ev ji holê raba emê çalakî û hewldanên xwe mezintir bikin.” 
 
MA / Ruştu Demîrkaya