Putin: Em êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin

  • cîhan
  • 12:21 14 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin piştî êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî Sûriyeyê daxuyaniyek da û derbirî ku ew vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin piştî êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî Sûriyeyê daxuyaniyek da û derbirî ku ew vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin. Putin ev tişt gotin, "Ev êrîş li dijî Sûiryeya ku artêşa rûsî di têkoşîna dijterorê de piştgiriya wê dike hatiye kirin û vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin. Amerîka bi çalakiyên xwe karesata li Sûriyeyê kûrtir dike û wê li Sûriye û herêmê bibe sedema pêleke nû ya penaberan."
 
Putin got, "Dîrok wê her tiştî bi cih bike û di vê rewşê de ji ber qetlîamên li dijî Yugoslavya, Iraq û Lîbyayê wê berpirsyariyeke mezin li Washingtonê bar bike." Putin bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) JÎ kir ku demildest kom bibin û Amerîkayê û hevkarên wê şermezar bikin. Li gorî Putin Amerîka ji bo êrîşê Sûriyeyê bike, careke din senaryoya bikaranînê ya madeya jehrî li dijî sivîlan kir bihane. Serokê rûsî wisa berdewam kir: "Amerîkayê wekî dema êrîşê baregeha Şeyratê kir, îcar jî senaryoya bikaranînê ya madeya jehrî li hemberî sivîlên li navçeya Dûmayê kir bihane. Pisporên leşkerî yên rûsî li cihê dihat gotin qaşo êrîş lê bûye, rastî şûna klor an jî maddeyeke din a jehrî nehatin. Ti kesekî ji navçeyê bikaranîna êrîşa kîmyewî piştrast nekir."
 
Putin derbirî ku êrîş bêyî destûra KENY hatiye kirin û rêziknameya NY, norm û prensîbên navdewletî hatine binpêkirin. Putin, saldırının BMGK'nın onayı alınmadan düzenlendiğini ve BM Tüzüğü'nü, uluslararası hukukun norm ve ilkelerini ihlal ettiğini vurguladı.