Cockburn: Yên Efrînê dagir kirin endamên DAIŞ’ê ne

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê bi tecrûbe yê Rojhilata Navîn ê rojnameya Independentê Patrick Cocburn diyar kir ku komên OSO’yê yê ketin navenda Efrînê bi piranî endamên DAIŞ'ê an jî yê El Kaîde yên kevn in. 

Nivîskarê bi tecrûbe yê Rojhilata Navîn ê rojnameya Independentê Patrick Cocburn ê geşedanên Sûriyeyê ji nêz ve dişôpine êrîşên li ser Efrînê nivîsand. Cockburn ê ji rojnameya Îngîlîz Independentê re dinivîsîne destnîşan kir ku komên OSO’yê yê ketin navenda Efrînê bi piraniya wan endamên DAIŞ’ê an jî yê El Kaîdeyê ne. Cockburn her wiha derbirî ku DYA li Sûriyeyê bimîne ji bo berjwendiyên xwe muhtacî kurdan e. 
 
Cockburn di gotara xwe ya rojnameyê de anî ziman ku li dijî êrîşên TSK û OSO’yê şervanên YPG û YPJ’ê li şûna gelek windahiyan bide, bi aqil tevgeriyaye û ji bajêr vekişiyaye. 
 
Ji beşek gotara Cockburn wiha ye: 
 
"RÛSYA DESTÛR DA EFRÎN BÊ BOMBEBAR KIRIN
 
Tîllerson tenê ne got dê DYA di Sûriyeyê bimîne, di heman demê de got wan hedef kirin ku Serok Beşer Esad paşde biçe û bandora  Îranê ya li wir jî ji holê rabe. Her çiqasî ev ne hedefên rasteqîn bin jî, têrê kir  ku Tirkiye û Rûsya bîne gel hev. 
 
Serokê Rûsyayê Putîn sêwana parastina saheya hewayê ya Efrîn rakir û hêzên hewayî yên Tirk li gorî dilê xwe herêm bombebaran kirin. Ev diyarker bû. Leşkerên hêzên YPG’ê çiqas bi biryardarî û berxwedêr bin jî, ji ber ku dizanin parastina wan a hewayê û çekên wan ên giran tunene, bi ser nakevin. 
 
RÛXANDINA SEMBOLÊN KURDAN NE JI XÊRÊ RE YE
 
Piştî ketina Efrînê dê çi biqewime? Divê çavdêriya vê yekê bê kirin. Gelo bi paqijkirineke nijadî dê herêmê ji Ereban re hêlin?  Li Sûriyeyê ol û nijadek ji rolê rakirin, êdî bûye ji rêzê û ev tim tê kirin. Dibe ku ev serkeftin ji bo Tirkan pir bi hêsan be, lê di encamê de ewê hîn zêdetir bibin amûrên krîzên li Sûriyeyê tên jiyîn.
 
Başkan Recep Tayyip Erdoğan muzaffer; belki fazla muzaffer. Pazar günü, ‘Afrin’in merkezinde teröristlerin paçavralarının yerine güven ve istikrarın simgeleri dalgalanıyor’ dedi. Şehirdeki Kürt simgelerinin tahrip edilmesi gelecek açısından hayra alamet değil. Bazı Suriyeli Kürt liderler, Erdoğan’ın Suriye’nin kuzeyinde Türk denetiminde bir Sünni blok yaratmayı planladığını düşünüyor.
 
Pirsa herî krîtîk jî, gelo dê Erdogan ji vir û şûnde dê çi bikeye? Dibe ku Efrîn dagir kiribe, lê herêma kurdên li Sûriyeyê di esasê xwe de ji rojavayê Firatê heya bajarê Ereban Minbiç û ji wir jî heya sînorê Iraqê diçe. Li vê derê, ji Efrînê cûdatir, dibin parastina hêzên DYA yên girêdayî Kurdan dene. Maşîneyên zirxê yên DYA yê li derdora Minbiçê tim digerin û di heman demê de baregehên diyar ên YPG’ê ku şer bikin li wir hene.
 
DYA HEWCEDARÊ HÊZÊN LEŞKERÎ YÊN KURDAN E 
 
Kurd ditirsini ku DYA wan terk bike. Lê ger DYA di Sûriyeyê de bimîne, ji bo berjewendiyên xwe hewcedariya wan bi hêzên leşkerî yên kurdan hene. Serokekê Kurdan, gotibû ku ‘Ger DYA kurdan terk bike, ewê ji Sûriyeyê derbikevin.’ Ger Erdogan dixwaze herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê dagir bike, wê demê divê li benda demê bimîne.”