Helîkoptera leşkerên DYA li Iraqê ket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Helîkopterekê ku leşkerên DYA têde bûn li herêma Enbar a Iraqê ket xwarê. Hat diyar kirin ku 7 kesên di helîkopterê de bûn jiyana xwe ji dest dane. 

Koalîsyonalidijî DAIŞ’ê ya bi pêşengtiya DYA’yê, diyar kir ku helîkopterek leşkerên DYA têde bûn li herêma Enbar a rojavayê Iraqê ket xwarê. Hat diyar kir ku helikoptere neqla leşkerî ya tîpa HH-60 Pave Hawk nêzî sînorê Sûriyeyê ketiye xwarê û 7 kesên di helîkopterê de jiyana xwe  ji dest dane. 
 
Serfermandariya Navenda DYA’yê, diyar kir ku derbarê ketina helîkopterê de lêpirsin dane destpê kirin.