DYA: Îdîaya Çavuşoglu ya li ser Minbicê derewand

img

NAVENDA NÛÇEYAN -Wezareta Karên Derve ya DYA Heather Nauert, diyar kir berevajî îdîaya Çavuşoglu yên li ser Minbicê li hev nehatiye kirin û bi bîr xist ku Efrîn jî dikeve ber agirbesta li Sûriyeyê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Heather Nauert li dijî îdîaya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu derket ku Çavuşoglu îdîa kiribû bi DYA re li ser vekişîna YPG'ê ya ji Minbicê li hev kirine.
 
Nauert, da zanîn ku hevdîtinên wan ên li ser Minbicê yên bi hikûmeta Tirk re didomin û wiha got: “Lê li hevkirinek tuneye. Em niha bi hikumeta Tirk re hevdîtinan dikin. Hefteya derbasbûyî li vê derê civînên ku roj û nîvekê dewam kirin, pêk hatin. Lê heya niha lihevkirinek tuneye."
 
EFRÎN JÎ DIKEVE BER AGIRBESTÊ
 
Nauert, careke din dubare kir ku êrîşên dagirkeriyê yên TSK û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê, bala li ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê belav dike. Efrîn jî dikeve ber biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ku di meha Sibatê ji bo Sûriyeyê hat dayîn. Helwesta welatê me di vê mijarê de neguheriye.”
 
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu demek kin beriya guhertina Wezîrê Karên Derve yê DYA daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku di mijara Minbicê de wan bi DYA re li hev kirin.