Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nepalê balafira rêwiyan kete xwarê û herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Balafireke rêwiyan a Bangladeşê li cihekî nêzî balafirgeha paytexta Nepalê Katmanduyê ket xwar û herî kêm 50 kes mirin. Balafira ku 71 kes tê de bûn, dema ku xwe ji bo daketinê amade dikir ket xwarê. Berdevkekî artêşa Nepalê ragihand, herî kêm 50 kes mirin û gelek kes birîndar bûne ku hejmara wan hêj nehatiye tespîtkirin.
 
Balafir li qadeke futbolê kete xwarê ku li rojhilatê balafirgeha navneteweyî ya paytext Katmanduyê ye. Komên agirkujiyê, ku agirê bi balafirê ket vemirandin gotin, wan gelek cenaze û birîndar ji nava enqaza balafirê derxistine.
 
Li Nepalê di salên dawî de gelek caran balafir ketin xwarê. Hat zanîn ku ev yek derbeke giran li sektora tûrîzmê ya Nepalê dixe.