Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, sê roj berî salvegera 7'emîn a şerê Sûriyeyê bîlançoyek nû weşand û got: “Di 7 salan de 350 hezar û 935 kesan jiyana xwe ji dest dan û 106 hezar û 390 ji van sivîl in, 19 hezar û 811 jî zarok in."

Malaçavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê Londora ye, sê roj berî salvegera 7’emîn a şerê Sûriyeyê weşand û diyar kir ku ji 15’ê Adara 2011’an û vir ve 353 hezar û 935 kesan jiyana xwe ji dest dane. Malaçavdêriyê, da zanîn ku dinava qûrbaniyan de 19 hezar û 811 zarok hene.
 
UNICEF: HEJMARA ZAROKÊN HATIN KUŞTIN BI DU QATAN ZÊDE BÛ
 
Li aliyê din Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî raporek weşand û got: “Hejmara zarokên di şerê Sûriyeyê de hatin kuştin, li gorî sala 2017'an, du qatî zêdetir bûne. Şerê giran ê sala 2017’an herî zêde bû sedam kuştina zarokan. Li gorî sala 2016’an ji sedî 50’î kuştinên zarokan zêtir bûn.”
 
Malaçavderiya Mafên Mirovan di rapora xwe de wiha berdewam kir: “Ji meha Sibatê û vir ve li Guta ya Rojhilat ji ber bombebaranên hêzên rejîmê, nêzî 200 zarok hatin kuştin. Zarokekê Sûriyeyî Samî ku niha li Urdunê girtiye pirsgirêkên dijîn wiha vedibêje; ‘Bi pismamên xwe re di nava berfê de em bi re dilîstin. Bombeyek ket nava me. Destên pismamê min li pêş çavên min jê bû û bi hewa ket. Ê min jî, her du lingên min jê bûn.’”
 
UNICEF bölgesel müdürü Geert Cappelaere, sakat kalan çocukların çok reel bir şekilde gözardı edilme riski ile karşı karşıya olduğuna dikkat çekti. Raporda, Suriye’de 3.3 milyon çocuğun patlayıcı maddelere açık halde olduğunu belirtirken, sadece 2017 yılı içerisinde onlarca okulun bombaların hedefi olduğunu belirtti.
 
Midûrê herêmê yê UNICEF'ê Geert Cappelaere jî, destnîşan dikir ku rîska zarokên seqet ji nedîtîve bên dîtin, heye. Di raporê de tê gotin, 3.3 milyon zarokên li Sûriyeyê di nava xeteriya madeyên teqemeniyê de dijîn û tenê di sala 2017'an bi dehan dibistan bûn hedefa bombeyan.