Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora bazirganiya çekan a SIPRI, li welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan li gorî pênc sal berê rêjeya wê bûye du qat. Serê firotina çekan ji bo herêmê DYA û welatên Ewropa dikişînin. 

Li gorî rapora bazirganiya çekan a Enstîtûya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), firotina çekan a ji bo welatên Rojhilata Navîn di navbera salên 2013-2017’an de li gorî pênc sal berê du qat zêde bûye. Di rapora SIPRI’yê de hat diyarkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di îhracata çekan de wek rêberek pêşenge û vê pêşengiya xwe diparêz e. 
 
Serê van welatan ku çekan difiroşin, DYA û Elmanya di nav de welatên Ewropa dikişîne. Li herêmê herî zêde Erebîstana Sudî çekan dikire. DYA û welatên din ên Rojava daxwaza çekan a rêveberiya Riyadê ji sedî 98 qebûl kirine û pêkanîne. 
 
Li gorî rapora ku Deutsche Welle ya tirkî derbas kir, çekên li cîhanê ji sêsiyan yekê wê DYA peyda dike û DYA di vê serdema pênc salan de nîvê îhracata çekan şand Rojhilata Navîn.