Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê hat diyar kirin ku balafirek Tirkiye li Başûrê Rojava yê Îranê ketiye xwar. Di balafirê de 11 kes mirin. 
 
Televîzyona dewletê ya Îranê nûçeyek weşand û diyar kir ku balafira Tirk a ji bajarê Şarca yê Emîrîyên Ereb ên Yekbûyî diçû Stenbolê li Başûrê Rojava yê Îranê ketiye xwar. Hat diyar kirinku balafir jet'a taybet bû. Di balafirê de 11 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan. Ajansa Reuters  jî diyar kir ku di balafirê de 11 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan.