Ji Swêd û Welatên Ereb daxuyaniya Efrînê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Derve ya welatên Ereban di dawiya civîna xwe ya 149'an de êrîşên Tirkiye ya li ser herêma Efrînê şermezar kirin. Parlementerên Swêdê jî xwest Tirkiye li gorî agirbestê tevbigere.

Civîna 149'emîn a Meclîsa Welatên Ereban li ser asta Wezareta Karê Derve hat lidarxistin. Civîn ji aliyê Siûdî Erebistanê ve hat rêvebirin. Di civînê de Wezareta Karê Derve, nûnerên welatên Ereban û Sekreterê Giştî yê welatên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyt amade bûn. Di dawiya civînê de, Wezareta Karê Derve ya welatên Ereban êrîşên li ser bajarê Efrînê şermezar kirin. 
 
PARLAMENTERÊN SWÊD: DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ AGIRBESTÊ TEV BIGERE
 
Parlamenterên Swêdî ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom xwestin ku ji bo Tirkiye li gorî biryara agirbestê tevbigere. Parlamenteran, destnîşan kirin ku Tirkiye li dijî gelê sivîl çekên kîmyewî bi kar tîne. Wallstrom, daxuyand ku biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya însanî li gelemperiya Sûriyeyê hatiye stendin û got, "Efrîn jî di nava çarçoveya agirbestê de ye. Ji ber vê yekê divê Tirkiye biryara Neteweyên Yekbûyî bi cih bîne. Swêdê ev yek ji Neteweyên Yekbûyî û ji Tirkiyeyê re ragihand." Wallstrom got, hewldanên Swêdê yên ji bo bicihhatina agirbestê wê bidome."