NY biryara agirbestê nû kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Ewlehiya NY bi lezgînî ji bo Sûriyeyê kom bû û carek din banga “agirbesta mirovî” kir û xwest bikeve meriyete.  

Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), li ser daxwaza Fransa û Îngîltere ji bo li Sûriyeyê  agirbesta 30 rojan neket meriyete, carek din ji bo agirbestê nîqaş bike bi lezgînî li hev kom bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY’yê Staffan de Mistura jî bi riya dîmen beşdarî konferansê bû. 
 
Piştî rûniştandinê Serokê Demê ya Konseya Ewlehiyê û Nûnerê Daîmî yê Hollanda Karel van Oosterom daxuyanî da rojnamegeran û got ku biryara agirbestê ya neketiye meriyete carek din axivîne. Oosterom destnîşan kir ku xetereyên KENY’ê ji bo rewşa mirovî ya li Sûriyeyê hene û banga biryara agirbesta mirovî ya 30 rojan divê demil dest bê pêkanîn hat kirin.