Raportorê Îşkenceyê yê NY: Li Tirkiyeyê îşkence bûye parçeyek pergalê

img

CENEVRE – Raportorê Taybet ê Li Dijî Îşkenceyê yê NY’ê Nîls Melzer diyar kir ku li Tirkiyeyê îşkence bi rêbazek sîstematîk pêk tê, îşkence bûye parçeyek pergalê û heke OHAL rabe jî dê encamên talûke dewam bikin. Hiqûqnas Massîmo Frîgo jî got ku pergala daraza Tirkiyeyê têk çûye. 

Li avahiya Neteweyên Yekbû (NY) ya li Cenevreyê li ser hev têkildarî Tirkiyeyê konferansên girîng tên li darxistin. Her dawî bi pêşengiya Organîzasyona Li Dijî Îşkenceya Cîhanê (OMCT) û Komîsyona Hiqûqnasên Navnetewî (ÎCJ) têkildarî binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li Tirkiyeyê konferansek li dar xist. Di konferansê de Raportorê Taybet ê Li Dijî Îşkenceyê yê NY’ê Nîls Melzer, Serokê Lîjneya Rêveberiya ÎCJ’ê Massîmo Frîgo û Endamê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Osman Îşçî cih girtin. 
 
Gotûbêja ewil Raportorê Taybet ê Li Dijî Îşkenceyê yê NY’ê Nîls Melzer kir. Melzer anî ziman ku cara ewil di 2016’an de hatiye Tirkiyeyê û di 5 rojan de li Enqere, Amed, Riha û Stenbolê hevdîtinan kiriye û raporek li ser girtîgeh, navendên binçavkirin û li ser vegotina şahidan amade kiriye û vê raporê duh radestî konseya mafê mirovan kiriye. 
 
Melzer bal kişand ser zagonên navneteweyî yên li dijî îşkence û pêkanînên dij mirovahiyê û li Tirkiyeyê têkildarî îşkence û pêkanînan lêpirsînek bêalî û adil pêk nayê. Melzer diyar kir ku di mijara binpêkirina mafê mirovan û îşkenceyê de sepandina cezakirinê nîne û gelek mirovên di erka bilind de peywîrdar bûne ji kar hatine dûrxistin, girtin û mirov xwe bi ewle hîs nake.
 
Melzer destnîşan kir ku tenê di pêvajoya sê mehên dawî de gelek bûyerên binpêkirina mafê mirovan gihîştine ber destên wî. 
 
‘ÎŞKENCE PARÇEYEK PERGALÊ YE’ 
 
Melzer ev tişt got: “ “Piştî ziyareta min pêvajoya salekê bifikirin. Rewş wisa bûye tiştek bê serê yekê jî nêzîkatiya wek ‘mirovek nebaş’ tê nîşan dan. Îşkence veguheriye parçeyek pergalê. Veqetandina mirovan a başî û nebaşî dê bi xwe re encamên talûke der bixe. OHAL jyana mafê mirovan tevizandiye. Civakê veqetandine ‘Em û hûn.’ Ev rewşek gelek xetereye. Heke OHAL rabe jî lê dê encamên wê talûke dewam bikin. Her kes dibêje heke OHAL rabe jî lê ji holê rakirina vê dubendiya çêkirine ne hêsan e.”  
 
ÎŞÇÎ: DEST DANÎN SER PASAPORTA MIN 
 
Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD Osman Îşçî jî bi dîmen beşdarî konferansê bû û wiha got: “Ji ber OHAL’ê dest danîne ser pasaporta min. Ji vê boneye min nikaribû fizîkî li konferansê cih bigirim. Ev mesele jî yek ji mînakên binpêkirina mafê mirovan û parazvanê mafê mirovan çiqas di bin zextan de ne dide nîşandan. Her beşê civakê bi zextan re rû bi rû maye. Em wek parêzvanê mafê mirovan dema dixwazin li navendên binçavkirinê bişopînin û lêbipirsin destûr nadin. Kesên li dijî binpêkirinê û îşkenceyê nerazîbûnên xwe didin nîşandan jî, wek ‘xayîn’ an ‘terorîst’ tên sûcdarkirin.” 
 
‘LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ XEMSARÎ HEYE’ 
 
Îşçî da zanîn ku têkildarî angaştên îşkenceya diqewime jî lêpirsîn nayê meşandin û got: “Li Tirkiyeyê li dijî îşkenceyê xemsarî veguheriye toleransa sifir û li dijî lêpirsîna îşkenceya sifir pêk tê.” 
 
FRÎGO: DARAZ TÊK ÇÛYE 
 
Endamê ÎCJ’ê Massîmo Frîgo jî destnîşan kir ku di pêvajoyên Rewşa Awarte de dewlet li şûna rewşê nerm bikin û kin bidomînin, lê li Tirkiyeyê berevajî vê rewşê tişt diqewimin. Frîgo bal kişand zext û lêpirsînên ji ser hiqûqnasan bigire heta akademîsyenan û wiha got: “Tirkiye ji bo encamên zagonên OHAL’ê a binpêkirina mafan komîsyonek ava kir. Lê ewqas dosye zêde ne, rojê 11 dozana binêrin dê ne pêkan be ji 10 salan zêdetir xelas bibe. Di her dozê û bûyerê de xûya dike ku li Tirkiyeyê hiqûq û daraz têk çûye.”