YE: Berdana Denîz Yucel şik û guman neguherandin

  • cîhan
  • 14:14 22 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîserê Berpirsiyarê Berfirehkirinê yê YE'yê Johannes Hahn, got berdana rojnamevan Denîz Yucel, li Tirkiyeyê şik û gumanên der barê pirsgirêkên dewleta huqûqê de neguherandine. 

Komîserê Berpirsiyarê Berfirehkirinê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Johannes Hahn, der barê Tirkiyeyê de daxuyanî da. 
 
Hahn ji rojnameya Die Weltê re axivî û got berdana rojnamevanê tirk-alman Denîz Yucel, li Tirkiyeyê şik û gumanên der barê pirsgirêkên dewleta huqûqê de neguherandine. Hahn, got li Tirkiyeyê bêyî ku der barê wan de îdianame hatibin amadekirin bi hezaran kes girtî ne û got: "Ew ê li hemberî van kêmaniyên cidî yên di warê dewleta huqûqê de xwe li nedîtinê daneynin." Hahn got ku Tirkiye di warê polîtîkaya ku sempatiyê zêde bike de kêm e. Hahn, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî aşkere dixuyê ku bandora siyasetê li ser darazê heye. Hahn, bi lêv kir ku li gor makeqanûna xwe Tirkiye dewleteke huqûqê ye, lê di pratîkê de gelekî kêmasiyên wê hene. 
 
Hahn têkildarî Rapora Pêşveçûnê ya YE ya Tirkiyeyê ku dê di meha Nîsanê de Komîsyona YE'yê wê biweşîne jî got: "Ger heta wê çaxê hin guherîn çê nebin, wê rapora welat a Tirkiyeyê di warê pêşvexistina dewleta huqûqê de wesfeke rexneyî di xwe de bihebîne."