Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû

  • cîhan
  • 12:09 17 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên Navenda Lêgerîna Jeolojîk a DYA (USG) li herêma Pînotepa De Don Lûîs bi erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû.

Li gorî agahiyên Navenda Lêgerîna Jeolojîk a DYA (USG) li herêma Pînotepa De Don Lûîs bi erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû. Erdhej, li paytext Meksîko City jî hate hîskirin, nehate gotin çend kes mirine yan birîndar bûne. Piştî erdheja ku li herêmên navîn û başûr yê Meksîkayê hate hîskirin bi pileya 5.8 erd hejiya. Hat diyar kirin ku talûkeya tofanê tune ye. Piştî erdheje bi hezaran kes li Mexico Cityê derketin kolanê. 
 
Herî dawî di 19'ê Îlona 2017'an de erdheja hêza wê 7,1 pêl çê bûbû û 369 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.