Hikûmeta Hollandayê îstîfa kir

  • cîhan
  • 16:18 15 Çile 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Hikûmeta koalîsyonê ya Hollandayê ku serokweziriya wê Mark Rûtte dike, ji ber nîqaşa alîkariya zarokan îstifa kir. 
 
Li Hollandayê di rojên dawîn de malbatên ku alîkariya zarokan ji wan re hatiye dayîn, bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin û diravdaniya ku ji wan re hatiye dayîn careke din ji wan tê xwestin. Ji ber vê nîqaşa ku li welat heye hikûmeta ku serokweziriya wê Mark Rûtte dike, îstifa kir. 
 
Wê li Hollandayê hilbijartin di meha adarê de bên kirin.