Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe

img
ENQERE - Donald Trump, diyar kir ku ew hîna jî tevlî encamên hilbijartinê nabe, lê di 20'ê Çileyê de, wê derbasbûyîneke bipergalî çêbe.
 
Serokê DYA'yê Donald Trump, piştî tomarkirina serokatiya Joe Biden daxuyanî da çapemeniyê. Trump ji ber ku hesabên wî yên medya civakî ji ber "teşwîqkirina tundiyê" hatibûn astengkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Trump di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Her çiqasî, ez bi tu awayî beşdarî encamên hilbijartinê nebim jî, lê di 20'ê Çileyê de, wê derbasbûyîneke bipergalî çêbe."