Ji bo Leyla Guven ji Wezîrê Karên Hundir ê Îngilistanê re name şandin

  • cîhan
  • 12:32 24 Kanûn 2020
  • |
img
ENQERE – Nivîskar Noam Chomsky û Serokê berê yê Partiya Karkeran a Îngilistanê Jeremy Corbyn jî di nav de komek ronakbir, siyasetmedar û sendîkavan ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê re name şandin. 
 
Roja duşemê bi hinceta axaftinên wê yên li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn û biryara girtina wê hat dayîn. Di saetên şevê yên heman rojê de Guven hat girtin û rojek piştî girtina wê ew şandin Girtîgeha Jinan Amedê û ji vir jî sirgûnî Girtîgeha Jinan a Xarpêtê. Derbarê girtina Guven de Nivîskar Noam Chomsky û Serokê berê yê Partiya Karkeran a Îngilistanê Jeremy Corbyn jî di nav de komek ronakbir, siyasetmedar û sendîkavan ji Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê re name şandin. 
 
Nameya ku ji Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Domînîc Raab re hatiye nivîsandin wiha ye:
 
"Birêz Wezîrê Karên Derve,
 
Dadgeheke Tirk di 21'ê Kanûnê roja Duşemê de 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birî. Ji bo em fikarên xwe yên mezin ên di vê der barê de bînin ziman em vê nameyê dinivîsînin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) koalîsyoneke rêxistinên Kurdan e ku piştgiriyê dide Xweseriyê û mafên Kurdan e. Hevseroka KCD'ê tevî sûcdariya 'rêveberiya rêxistineke terorê' bi gelek sûcan hate sûcdarkirin.
 
KCD rêxistineke terorê nîne. Hikumeta Tirk ev rêxistin vexwendibû danûstandinên ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû û bi vî rengî ev rêxistin hatibû naskirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 22'ê Kanûnê roja Şemiyê di rûniştineke cuda de ragihand ku KCD rêxistineke qanûnî ye û nabe ku karên KCD dike weke endametiya rêxistina terorê bê nirxandin. Bi vî rengî xwestibû ku Guven tavilê bê berdan.
 
CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ YÊ HETA BI HETAYÊ
 
Ne cara yekemîn e ku siyasetmedara Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin. Meha Hezîranê parlamenteriya Guven hate betalkirin û ji bo demeke kurt hate girtin. Di sala 2018'an de ji ber axaftina xwe ya têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyeyê ya li ser Efrînê hatibû girtin û dema ku girtî bû ji HDP'ê weke Parlamentera Colemêrgê hatibû hilbijartin. Cezakirina Guven bi zêdeyî 22 salan di rastiyê de cezakirina heta bi hetayê ye. Eger biryar bê pejirandin Guven a ku jiyana xwe di oxira azadî, aştî û edaletê de feda kiriye, wê ji tecawizkaran, kujeran û terorîstên Îslamî bêhtir li girtîgehê bimîne.
 
LI TIRKIYEYÊ DADGERÎ SERBIXWE NÎNE
 
Êdî her kes zane ku li Tirkiyeyê kes nikare qala dadgeriyeke serbixwe bike. Sala 2017'an piştî referandûma destûra bingehîn ku cihê nîqaşê bû, wezîfedarkirin hemû bi destê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tê kirin. Salonên dadgehê yên welêt li gorî daxwazên Erdogan biryaran werdigirin. HDP ku sêyemîn partiya herî mezin a siyasî ya Tirkiyeyê ye ji damezrandina xwe û vir ve di bin zexteke giran de ye. Ji sala 2015'an ve zêdeyî 156 hezar endam û piştevanên HDP'ê hatin girtin. Ji 6 hezar ji wan 200 rayedarên hilbijartî û 7 jî parlamenter in.
 
Ji hilbijartinên xwecihî yên par û vir ve zêdeyî 50 şaredarên HDP'î yên bi rengekî demokratîk hatin hilbijartin ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûmên hikumetê hatin danîn. Mehên dawî di operasyonên polîsan de bi sedan endam û nûnerên HDP'ê hatin destgîrkirin.
 
BIKIN KU BÊ BERDAN
 
Ev yek piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn, yekemcar e ku êrişên ewqasî mezin l partiyeke siyasî ya qanûnî tê kirin, lewma ji aliyê HDP'ê ve weke qirkirina siyasî tê pênasekirin. Tirkiye welatekî endamê Konseya Ewropayê ye û hevalbendekî NATO'yê ye. Lewma em pêşniyarê li we dikin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, li gorî meqama xwe bi kar bînin, ji bo Guven tavilê bê berdan û zextên li ser demokrasiyê bên rakirin, fikarên xwe yên kûr û mezin bînin ziman.
 
Divê, berpirsyariya Tirkiyeyê ya ji bo bicihanîna hiqûqa navneteweyî û biryarên saziyan ên mîna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li bîra Tirkiyeyê bê xistin. Divê Îngilistan bixwaze û bibîne ku Tirkiye hurmetê nîşanî mafên bingehîn dide, eger Tirkiye vê neke divê li ser gavên divê bên avêtin bifikire. Em li bendê ne ku bersiveke lezgîn bidin vê mijarê û ji bo berdana Birêz Guven gavê biavêjin.
 
Bi rêzdarî.”
 
KESAYETÊN MOHRA XWE DANÎNE BINÊ NAMEYÊ
 
Kesayetên ku mohra xwe danîne binê nameyê wiha ne:
 
“John Austin, Sekretera berê ya Sendîkaya Mamosteyan a Neteweyî Christine Blower, Prof. Bill Bowring, Julie Christe, Noam Chomsky, Serokê Giştî yê berê yê Partiya Karker Jeremy Corbyn, Prof Mary Davis, Lord Dholakia, Dîrektorê Navneteweyî yê UNITE Simon Dubbins, parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê Jill Evans, Desmond Fernandes, Serokê Platforma Şer Rawestînê Lindsey German, Melanie Gingell, Christopher Gingell, Sekreterê Giştî yê Komîteya Welatiyan a Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Dr. Michael Gunter, Rojnamevan û Antropolog Rahila Gupta, Nick Hildyard, Serokê berê yê Plaid Cymru Dafydd Iwan, James Kelman, Bruce Kent, Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê Jean Lambert, Profesorê Zanîngeha Vekirî Dr. Les Levidow, Elfyn Llwyd, Milletvekili John McDonnel, Skoçyayî Gaelic Helbestvan Aonghas MacNeacail, Parêzerê Mafên Mirovan Mike Mansfield, Rojnamevan David Morgan, Sekreterê Giştî Yê Federasyona Giştî ya Sendîkayan Doug Nicholls, Dr. Jessica Ayesha Northey, Endamê Meclîsa Qanûndanînê ya Sinn Féin Conor Murphy, Dr. Thomas Jeffrey Miley, Parlamenter Kate Osamor, OBE Margaret Owen, Şaredarê Haringeyê û endamê berê yê meclîsê Ali Gül Özbek, Gareth Peirce, Dr Felix Padel, Aktorê Navdar ê Îngiliz Maxine Peake, Ji ZanÎngeha Liverpool John Moores Dr. Thomas Phillips, Nivîskar Trevor Rayne, Joe Ryan, Endamê Weqfa Aştiyê ya Bertrand Russel Tony Simpson, Berpirsyarê Çapemeniyê ya Sendîkaya PÎK'ê Stephen Smellie, Rojnamevan Jonathan Steele, Rojnamevan Steve Sweeney, Sekreterê Giştî yê Permanent People's Tribune Gianni Tognoni, Dr Tove Skutnabb-Kangas, Dr Federico Venturini, Gareth Peirce, Dr Felix Padel, Maxine Peake, actor, Dr Thomas Phillips, Liverpool John Moores University, Trevor Rayne, writer, Joe Ryan, Tony Simpson, Bertrand Russell Peace Foundation, Stephen Smellie, PIK Trade Union Liaison Officer, Jonathan Steele, journalist,  Steve Sweeney, journalist,  Gianni Tognoni, General Secretary Permanent People’s Tribunal, Dr Tove Skutnabb-Kangas, Alîkarê Zanîngeha Udine ya Îtalyayê Assistan Dr Federico Venturini, Dr Tom Wakeford, Dr Derek Wall, Parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê Julie Ward, Seroka Komîteya Welatiyan a Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Kariane Westrheim, Parlamenter Hywel Williams.”