IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e

  • cîhan
  • 17:16 10 Kanûn 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – IFJ’ê di rapora parvekir de diyar kir ku li cîhanê cihê herî zêde rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye û bal kişand ser gefa darazê ya li ser rojnamegerên kurd.
 
Federasyona Rojnamegeran a Navnetewî (IFJ) ku navenda wê li Brukselê ye û ji 150 welatan 600 hezar endamên wê hene ji ber 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê rapora binpêkirinên mafan a hemû rojnamegerên cîhanê pê re rûbîrû dimînin parve kir.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku di 2020’an de 42 û ji salên 1990’î ve jî 2 hezar 658 rojnameger li ser karê xwe hatine qetilkirin.
 
Di navbera salên 1990 û 2020’an de welatên ku rojnameger herî zêde lê hatine qetilkirin bi dorê wiha ne: “Li Iraqê 175, li Meksîkayê 175, li Fîlîpînê 159, li Pakîstanê 138, li Hindîstanê 116, li Rûsyayê 110, li Cezayîrê 106, li Sûriyeyê 96, li  Afganîstanê 93.”
 
Hejmara 42 xebatkarên medyayê yên di sala 2020’an de hatine kuştin li gorî welatan wiha ne: “Meksîka 13, Pakîstan 5, Afganîstan 3, Hindîstan 3, Nîjerya 3 û Iraq 3.”
 
HERÎ ZÊDE ROJNAMEGER LI TIRKIYEYÊ GIRTÎ NE
 
Di raporê de hat diyar kirin ku li gelemperiyê cîhanê 235 rojnameger girtî ne. Li gorî raporê welatê ku herî zêde rojnameger lê girtîne jî Tirkiyeye. Di raporê de Tirkiye ji rojnamegeran re weke girtîgeh hatiye pênase kirin. Welatên ku herî zêde rojnameger lê girtî ne bi dorê wiha ne: “Tirkiye 67, Misr 21, Çîn 20, Erître 16, Erebîstana Siûdî 14 ve Belarûs 13.”
 
Di dawiya raporê de qala şert û mercên xebatên rojnamgerên kurd jî hate kirin û hat destnîşankirin ku rojnamegerên kurd ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi endamtiya rêxistina terorê tên sûcdarkirin.