Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn

  • cîhan
  • 13:47 7 Kanûn 2020
  • |
img
ENQERE - Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, beriya civîna ku wezîrên karên derve yên welatên endamê YE’yê li dar bixin, diyar kir ku ji ber rola Tirkiyeyê ya di qeyrana Rojhilatê Behra Spî de wê ji bo Tİrkiyeyê danekirinan binirxînin. 
 
 
Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, beriya civîna ku wezîrên karên derve yên welatên endamê  Yekitiya Ewropayê (YE) li dar bixin, derbarê gengeşiya li Behra Spî de axivî. Maas, diyar kir ku Almanya ji bo diyaloga di navbera YE û Tirkiyeyê de hesan bike gelek xebitiye û wiha got: “Gelek provakasyon hatin jiyîn û rageşiya di navbera Tirkiye, Qibris û Yewnenistanê de pêk hatin, hevdîtin astengkirin. Ji ber vê yekê, em ê derbarê encamên ku li vir derkevin holê de biaxivin.”
 
Maas, got ku hevdîtinên ku bên kirin dê ji bo civîna Serokên YE'yê ya di navbera 10 û 11’ê kanûnê de pêk were nêrînekê derxîne holê.  Tê payîn ku wê YE di civîna Serokên YE’yê de ji ber qeyrana Rojhilatê Behra Spî danekirinên li Tirkiyeyê bên sepandin binirxîne. Almanya, li dijî pêkanîna danekirinên ku Fransa, Yewnanistan û Qibrisê danîne ser maseyê derdikeve.