Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê

  • cîhan
  • 12:59 19 Mijdar 2020
  • |
img
ENQERE – Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heîko Maas, diyar kir ku heke gengeşiya li Rojhilatê Behra Spî berdewam bike, ji bo Tirkiyeyê danekirin li ser meseya wan in.
 
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heîko Maas, diyar derbarê gengeşiya li Rojhilatê Behra Spî ya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber gengeşiyê ji bo Tirkiyeyê danekirin li ser meseya wan in. Maas, derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Heke provakasyonên Tirkiyeyê yên li Behra Spî bidomin, di civîna meha kanûnê ya YE’yê de li bendê me ku danekirin bên nirxandin.”