Li Pentagonê li pey hev îstifa hatin

  • cîhan
  • 10:13 11 Mijdar 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trûmp Wezîrê Parastinê Mark Esper ji peywirê girt, li Pentagonê 3 kesan îstifa kir.
 
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku pêşbirka serokatiyê winda kir û Wezîrê Parastinê Mark Esper ji peywirê girt, li pey hev agahiyên îstifakirinê ji Pentagonê hatin. Muşteşarê Polîtîkayên Ewlehiyê yê Pentagonê, Musteşarê Îstixbaratê yê Parastinê û Midurê Nivîsgeha Taybet a Wezaretê îstîfaya xwe pêşkêş kirin. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê, Anthony Tata hatiye şûna Muşteşarê Polîtîkayên Ewlehiyê yê Pentagonê James Anderson.
 
 Beriya niha jî Tata ji aliyê Trump ve ji bo heman peywirê hatibû nîşandan lê ji ber “parvekirinên xwe yên dijberî Îslamê” û Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama weke “terorîst” nirxandibû, ji aliyê Senatoyê namzetiya wî hatibû redkirin. Ji ber ku wê Tata vê carê vê peywirê bi wekalet bi rê ve bibe hewce bi erekirina Senatoyê nîne. 
 
Tê payîn ku li Pentagonê hê gelek kesên din jî îstifa bikin. Tê angaştkirin ku wê Trump dîrektorên CIA û FBI’yê jî ji peywirê bigire.