Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir

  • cîhan
  • 12:57 27 Îlon 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, ji ber şerê di navbera wan û Azerbeycanê de careke din dest pê kir, seferberiya giştî û rêveberiya awarte îlan kir. 

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, ragihand ku ji ber bilindbûna tansiyona di navbera wan û Azerbeycanê de, seferberiya giştî û rêveberiya awarte îlan kiriye. Nîkol Paşînyan, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û ev tişt got: “Welatiyên hêja, niha bi biryara Hikûmeta Ermenistanê rêveberiya awarte û seferberiya giştî hat îlankirin. Bang li her kesî dikim ku di çarçoveya seferberiyê biçe serî li şaxên leşkeriyê bide.”
 
AZERBAYCAN: HELÎKOPTERA ME HAT XISTIN 
 
Bombardûmana ku serê sibehê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dest pê kiribû hê jî didome. Ermenistan ragihand ku li Daglik Qerebaxê 2 helîkopter û 3 Çekên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA) ên Azerbaycanê xistine. Tê gotin ku ji artêşa Azerbaycanê windahî jî hene. 
 
Her wiha Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê, ragihand ku bersiv dane êrişên Ermenistanê û 12 pergalên ûçaksawar ên Ermenistanê rûxandine. Wezaretê xistina helîkopterê ya welatê xwe jî piştrast kir.