Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat

  • cîhan
  • 10:56 21 Tebax 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amerîkayê di 3’ê Mijdarê de hilbijartina serokatiyê pêk tê. Joe Bîden bû namzetê serokatiyê yê Partiya Demokrat. 
 
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 3’ê Mijdara 2020’an de hilbijartina 59’emîn a serokatiyê dê pêk were. Li Amerîkayê partî ketine rikberiya hilbijartinê. Partiya Demokratîk Komcivîna xwe li dar xist û di roja dawî ya komcivînê de namzetê xwe eşkere kir û komcivîn bi dawî bû. Joe Bîden ê Alîkarê DYA’yê yê berê namzetiya xwe ji bo serokatiyê bi awayek fermî eşkere kir. Bîden ji bajarê xwe Delaware ya Amerîkayê bi rêya weşana zindî beşdarî komcivînê bû û ji beşdaran re axivî. 
 
Bîden diyar kir ku ji bo ew Serokê DYA’yê yê niha Donald Trump têk bibin wê bi demokratan hemû re bi hemû hêza xwe bixebitin. 
 
‘DEMA HATINA BA HEV E’ 
 
Bîden da zanîn ku Trump li welatê wan rê li ber hêrs, tirs û dabeşkarinek zêde vekiriye û got: “Ez niha li vir soz didim, heke hûn serokatiyê emanetî min bikin, ez ê nebim serokê tariyê ez ê bibim serokê ronahiya mutefîkê. Êdî ew dem hatiye ku însan werin gel hev. Em dikarin li Amerîkayê vê serdema tarî bi dawî bikin û em ê ji bo vê yekê bi ser bikevin. Ez demokratek serbilind im. Ez ê bi hildana ala partiya xwe ya di hilbijartinê de serbilind bibim. Ji ber vê yekê jî namzetiya Serokatiya DYA’yê bi rûmetek mezin û bi dilnizmiyê qebûl dikim.” 
 
Bîden anî ziman ku dema ew were bijartin wê cudakariyê neke, wê tenê ne partiya xwe dê hemû kesî temsîl bike û got: “Ez ê wek namzetê Demokrat bibim serokê Amerîkayê. Yên ku destekê nedabin min jî ez ê ji bo wan pir bixebitim.” 
 
Tê payîn Partiya Komarparêz di 27’ê tebaxê de ji ber Kovîd-19’ê bi rêya înternetê komcivîn ango kongreya xwe li dar bixe û di roja dawî de dîsa Donald Trump ji nûve namzet nîşan bide.