Wezîrê Yewnan: Tirkiye, di bêaramiya herêmê de rol dilîze

  • cîhan
  • 14:41 19 Tebax 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias, bi hempîşeyê xwe yê rûm Nikos Christodoulides hat gel hev û Tirkiyeyê bi têkbirina aramiya herêmê sûcdar kir. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ku ji ber pêngavên wê yên li Behra Spî bi Tirkiyeyê re qrîz dijî, li Lefkoşayê bi hempîşeyê xwe yê rûm Nikos Christodoulides hat gel hev. Di hevdîtina hat kirin de Dendias, ji ber gavên wê yên li Behra Spî, diyar kir ku Tirkiye di bêaramiya herêmê de rol dilîze û bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku mudaxaleyî Tirkiyeyê bike.