Ji Tirkiyeyê tu zanîngeh neket nav 100 zanîngehan

  • cîhan
  • 15:50 15 Tebax 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Klasmana Şangayê, rêzkirina zanîngehên herî baş ên dinyayê çêkir. Di lîsteya sala 2020’an de tu zanîngeheke Tirkiyeyê neketiya nav 100 zanîngehan.
 
Klasmana Şangayê, rêzkirina hezar zanîngehên herî baş ên dinyayê çêkir. Li Tirkiyeyê tenê 11 zanîngeh ketin vê rêzkirinê. Lê tu zanîngeheke Tirkiyeyê neket nav 100 zanîngehên herî baş ên dinyayê.  Li gorî nûçeya Euronewsê Zanîngeha herî baş Tirkiyeyê Zanîngeha Stenbolê ye, ew jî di navbera 400-500 de rêz girtî ye.