Di çapemeniya erebi de Idlîb, Luban û Peymana Îsraîl-BAE’yê

  • cîhan
  • 13:26 15 Tebax 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Îro di çapemeniya ereb de, rojevên weke dewriyeya hevpar a li Îdlîbê hat rawestand, hewldana avakirina hikumetekê nû ya li Lubnanê û peymana Îsraîl-BAE’yê derketin pêş. 

Di rojeva çapemeniya ereb a îro de pêşketinên li Îdlibê, hewldanên avakirina hikumeteke nû ya li Lubnanê, peymana di navbera Îsraîlî û Yekitiya Malnişînên Erebî derketin holê.
 
Di çapemeniya ereb de, nûçeyên weke dewriya hevpar a di navbera Rûs û Tirkiyê ya li Îdlîbê de hat rewestandin, DYA û Fransayê li ser hikumetekê ku li Lubnanê bê avakirin lihev kirin, hatin serwîskirin. 
 
EL BEYAN: DEWRIYA RÛS Û TIRK HAT RAWESTANAN
 
Rojnameya El Beyan a li ser pêşketinên li Îdlîbê rawestiya, wiha got: “Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova daxuyand ku Rûsya û dewleta Tirkiyê bi sedema êrişên zêde yên terorîstan li herêmê dewriyeyên hevbeş li ser rêya M4 ya ya li herêma Idlibê ya li bakur û rojavayê Sûriyê rawestandin. Piştî peymana agirbestê û şerê di navbera Enqere û Moskovê de ku di encamê de nêzî milyonek kes koçber bû, Rûsya û Tirkiyê dewriyeyên hevbeş bi rê ve dibirin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova got êrişên dawîn ên tundrawan bû sedema rawestandina dewriyeyan. Maria Zaharova di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku terorîstan êrişên li dijî hêzên hikumeta Sûriyê û herêmên ku tê de şênî hene zêde kirine, li ser seranserî rêya M4 ku korîdora ewlehiyê heye şantajan dikin, bi wê re dewriyeyên hevbeş hatin rawestandin.”
 
ŞERQ EL-EWSET: DYA-FRANSA LI LUBNANÊ LI HEV KIRIN
 
Rojnameya Şarkul Avsat jî derbarê pêşketin li Lubnanê de wiha nivîsand: “DYA û Fransayê li Lubnanê ji bo avakirin hikumetekê nû li hev kirin. Her du helwestên Amerîka û Fransayê li ser avakirina hikumeta Lubnanê ya bê li hev hatin, her wiha Kongresa Amerîkayê bang li Hizbullahê kir ku destê xwe nexe mijarê û ji bo vê yekê hişyar kir."
 
EL-EREB: CÎHAN KEYF XWEŞ BÛ Û SPASÎ KIR
 
Rojnameya El Ereb jî, cih da peymana di navbera Yekitiya Mîritiyên Erebî (YME) û Îsralê û wiha nivîsand: “Piraniya dewletên cîhanê peyama Îsraîlî-YME ya bi hevkariya DYA’yê pêş ket pîroz kirin. Di heman de, Uman, Behreyn û Misir jî piştevaniya biryara Yeitiya Mîritiyên Erebî kirin.”