Li Belarûsê roja sêyemîn: Gelo Tîkhanovskaya di bin tûndiyê de dîmen kişand?

  • cîhan
  • 11:48 12 Tebax 2020
  • |
img
ENQERE –  Li Belarûsê ku çalakiyên li dijî encamên hilbijartinê didomin, banga qebûlkirina encamên hilbijartinê ya nazmeta muxalîf Tîkhanovskaya ku reviyaye Lîtvanyayê, bû sedema şîroveyên mîna “Gelo Tîkhanovskaya di bin tundiyê de dîmen kişand?”.
 
Li Belarûsê, piştî serokdewlet Alexander Lukashenko ku di hilbijartinan de careke din bi awayekî guman hat hilbijartin, di serî de li paytex Minskê gelek deverên welat çalakiyên li dijî encamên hilbijartinê tên lidarxistin. Çalakî di roja sêyemîn de didomin. Li gel hişyariyên danekirinan ên Yekitiya Ewropayê (YE) ji polisên Belarûsê tundiya xwe ya li hemberî çalakgeran zêde kirin. Ji bo bidawîkirina çalakiyan polis gelek kesî binçav dikin. Hat ragihandin ku di nav kesên hatine binçavkirin de rojnameger jî hene. 
 
PARVEKIRINA TÎKHANOVSKAYA
 
 Namzeta mûxalîf Svetlana Tîkhanovskaya ji ber ku gelek kesên pê re dixebîtin hatibûn binçavkirin û gefê li yên nehatibûn girtin hat xwarin terka welatê xwe kiribû û derbasî Lîtvanyayê bûbû. Tîkhanovskaya li vir bangek kir û di banga xwe de encamên hilbijartinê qebûl kir. Ev qebûlkirina Tîkhanovskaya li wela bû sedema şîroveyên mîna “Gelo Tîkhanovskaya di bin tundiyê de dîmen kişand?”.