Yekîtiya Ewropayê ku Yewnanistanê banga civîna lezgîn lê kiribû: Em li cem we ne

  • cîhan
  • 15:11 11 Tebax 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Yewnanistanê bi armanca axaftina pêngavên Tirkiyeyê yên li Behra Spî, banga civîna lezgîn li YE’ê kir. Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê YE’yê Peter Stano, derbarê mijarê de got ku ew li cem Yewnanistan û Beşa Rûm in. 
 
Li Behra Spî piştî pêngavên tund ên li hemberî hev, Yewnanistanê banga civîna lezgîn Li Yekitiya Ewropayê (YE) kir. Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê YE’yê Peter Stano, derbarê mijarê de civîneke çapameniyê li dar xist û nêrîna YE’yê ya derbarê mijarê aşkera kir. Stano, destnîşan kir ku tiştên li herêmê diqewimin bi guman in û got ku ew li cem Yewnanistan û Beşa Rûm a Qibrisê ne.
 
JI ÇELÎK BERTEK
 
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê piştigirya YE’yê ya ji bo Yewnanistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê YE destûr nede ku Yewnanistan hemû Ewropayê wergerîna şanoya yewnanan.